Li Hemayê hejmareke Şûnwar ji bin erdê hatin derxistin

15-09-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Navçeya Afamya navçeyeke dîrokî e, û temenê wê nêzîkî 3 hezar sal e
Navçeya Afamya navçeyeke dîrokî e, û temenê wê nêzîkî 3 hezar sal e
Nîşan Hema Sûriye Afamya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di şerê Sûriyê de gelek şûnwar têk çûn, lê li parêzgeha Hemayê hikûmeta Sûriyê gelek şûnwarên biçûk veşartin û xistin bin axê. Niha bakurê Hemayê ketiye destê hikûmetê û ew şûnwar ji bin erdê hatin derxistin.

Navçeya Afamya dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Hema ya Sûriyê. Navçeyeke dîrokî ya kevn e. Temenê wê nêzîkî 3 hezar sal e. Di dema nêzîkî 8 salên şerê navxwe yê Sûriyê de, tiştek nema ku nekete ber pêla wêranî û talakirinê. Şûnwar jî beşek ji wê wêrankirin û talankirinê bûn.

Şûnwarnas Nadir Elawî dema 5 salan hejmareke gelek ji parçeyên şûnwarî li cihekî veşartibûn ji bo ku wan ji dizî û şikandinê biparêze.

Şûnwarnas Nadir Elî dibêje: "Me çalek bi kûrahiya 70-80 sentîmetreyan kola û me tê de sindoqek danî. Hemû parçeyên şûnwarî tê de veşartî bûn."

Navçeya Afamya dikeve derdora 60 kîlometreyan li bakurê rojavayê Hemayê. Dema 3 salan, li jêr destê çekdarên DAIŞê bû.

Nadir Elî diyar kir ku bi sedema rewşê, tenê wan parçeyên biçûk parastine û got: “Bê guman, derbarê parçeyên mezin jî, em bi xwe li nav muzexaneyê bûn û li gorî pêwîst me ew parastin."

Piştî kontrolkirina navçeyê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve, sala 2017an, hemû parçeyên şûnwarî hatin radestkirin ji bo hikûmeta Sûriyê.

Navçeya kevn a Afamyayê, parçeyên şûnwarî yên serdema Hîlînîstî, Romanî, Bîzantî û Islamî li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst