Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Sûriyeyê li ser zêdekirina mûçeyê karmendan 2 ferman ragihandin.

Tevî ku nirxê lîreyê Sûriyeyê li beramberî dolar bi berdewamî dadikeve Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir.

Li gorî her du fermanan, mûçeyên karmendên dezgeh û saziyên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve herwiha mûçeyên malnişînan jî bi rêjeya ji sedî 100 zêde kiriye.

Di heman çarçoveyê de, mûçeyê herî kêm ê karmendên sektora taybet jî bûye 185 hezar û 940 lîreyên Sûriyeyê ku dike derdora 14 dolaran.

Tê zanîn ku berî vê zêdekirinê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Sûriyeyê, di navbera 160 hezar û 200 hezar lîreyan de bû ku dike derdora 12-15 dolar.