Zanîngeha Azad a Helebê yekemîn kursa zimanê Kurdî vekir

15-08-2022
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Azad a Helebê Kurs Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Azad a Helebê ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ser bi Îtilafa Opozîsyona Sûriyê ye yekemîn kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekir û dê kurs du meh berdewam bike.

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê ragihand ku Zanîngeha Azad a Helebê ji 14ê Tebaxê ve, yekem kursa fêrbûna zimanê Kurdî daye destpêkirin û dê heta du mehan berdewam bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû alîkarî hatine pêşkêşkirin bo berdewamî û serkeftine vê pêngavê da ku bibe pêngavek bo vekirina peymangeheke taybet bi zimanê Kurdî.

Zanîngeha Azad a Helebê di sala 2015an de hatiye damezrandin û girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ye. Zanîngeha Azad a Helebê ji 16 kolej û 7 peymangehan pêk tê.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) endama Îtilafa opozîsyona Sûriyê ye û di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst