Cebhet el-Ekrad ji navçeyên Izaz û Babê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdayetiya giştî ya Cebhet el-Ekrad di daxuyaniyêkê de vekişandina hêzên xwe ji navçeyên Izaz û Babê ragihand.

Cebhet el-Ekrad di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber sedema êrîşên kîtebeyên çekdar dijî gundên van her du navçeyên û ji bo parastina sivîlan wê biryara vekişaqndina hêzên xwe daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Cebhet el-Ekrad ji destpêka damezrandina xwe ve şerê dijî rejîma Beas weke armanc destnîşan kiribû.

Cebhet el-Ekrad diyar kir ku di dema dawî de, baregeh û navendên wan rastî êrîşên Dewleta Islamî ya Şam û Iraqê û çendîn ketîbeyên Artêşa Azad hatine û gellek sivîl rastî kuştin û revandinê hatine.

Serkirdayetiya giştî ya Cebhet el-Ekrad di daxuyaniya xwe de bang li welatiyên kurd ên li van navçeyan kir ku hişyar bin.