Beşar Esed: Ji ber sîstem nehatiye guhertin pêşketin lawaz bi pêş ve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed piştî ku dengê xwe di hilbijartinên parlamentoyê de da got ku ew hemû hêviyên xwe bi encamên wan hilbijartinan ve girê didin, ji ber ku sazî li ser sîsteman tên avakirin.

Li 10 bajarên Sûriyeyê îr demjimêr 7ê sibehê navendên dengdanê yên hilbijartinên Parlamantoya Sûriyê li ber dengderan hatin vekirin.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî dengê xwe da û piştre ji medyayê re axivî.

Esed derbarê guhertinên di rewşa Sûriyê de diyar kir  ku ji ber sîstem nehatiye guhertin pêşketin lawaz pêşve diçin.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed wiha got:

"Eger em bixwazin behsa saziya Encûmena Gel bikin, em dikarin hemû hêviyên xwe li ser deynin, ji ber ku ew saziya herî bilind e li çi welatî be.

Eger em nikaribin hêviyan jî deynin û pêşbîniyan li ser nekin, êdî hêvî di tiştekî din de nîne.

Asayî ye pêşbînî hebin lê ez dixwazim cudabûnê di navbera hêvî, xewn û pêşbîniyan de diyar bikim, ji mafê welatî ye hemû hêviyan li ser çi saziya cîbicîkar an teşrî deyne lê pêşbînî divê li ser hin rastiyên diyar bêne avakirin.

Niha ez dê mebesta xwe zelal bikim, eger em ji piraniya xelkên Sûriyeyê bipirsin, welatî yan berpirs bin, ne girîng e, em ji wan bipirsin hûn Encûmena Gel a niha û ya berê çawa dinirxînin, ew dê behsa takekesan bikin, ev jî şaştî ye.

Li vê derê em guhertinê di çi tiştê ku em pêşbînî dikin, nabînin.

Sazî li ser takekesan, sazî li ser sîsteman têne avakirin, Takekes girîng e lê piştî sîstemê tê, ango di qonaxa duyem de tê ne di qonaxa yekem de.

Gelo em dê sîstema Encûmena Gela a bê pêş bixin yan na?

Lewma eger ez beşê duyem ji pirsa te vegerînim, ku guhertin nîne lê eger em vê pirsê ji xwe bikin, bi dirêjiya dehên salan nav û kes û eqliyet têne guhertin, ji ber her mirovek ser bi aliyekî ji civakê ye.

Lê tiştek nayê guhertin, çima? Ji ber ku sîstem nayê guhertin. Kêşe li vê derê ye. Helbet hate guhertin û bipêş ket, lê hindik."