Îro li Sûriyeyê hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Sûriyeyê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tên lidarxistin.

Navendên dengdanê yên hilbijartinên Parlamantoya Sûriyê li ber dengderan hatin vekirin.

Dengdan li gorî dema herêmî saet 07:00an dest pê kir û dê heta 19:00an berdewam bike.

Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê dikare heta 5 demjimêran dema dengdanê dirêj bike.

Di hilbijartinan de ji bo dengdanê 8 hezar û 151 navendên dengdanê hatine hatine vekirin

Parlamentoya Sûriyeyê ji 2050 kursiyan pêk tê.

Ji bo parlamenteriyê hezar û 561 namzed rikaberiyê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê, aliyên siyasî yên Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd hilbijartin boykot kirine.

Lê belî dengdan li her du çargoşeyên ewlehiyê yên her du bajarên Hesekê û Qamişloyê tên kirin.