Encûmena Sûriyeya Demokratîk kongreya sêyem lidar dixe

15-07-2018
RÛDAW
Nîşan Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSD Kongreya sêyem Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, ku dê kongreya xwe ya sêyem lidar bixe û dê li gorî qonaxa niha hin guhertinan jî pêk bîne.

 

Kongreya Sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk ku bi MSDê tê naskirin, roja Duşemî 16.07.2018 li bajarê Rimêlanê ku dikeve herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

 

Bi gotina serkirdeyên MSDê, tê pêşbînîkirin ku ev kongre hinek guhertinan ligel xwe bîne. Ew guhertin li ser astên îdarî, rêxistinî û stratejîk dibin.

 

Endamê Desteya Serokatiya MSDê, Hikmet Hebîb derbarê lidarxistina kongreya sêyem a MSDê de ragihandiye: “Kongreya 3mîn a MSDê dê bi çalakiyên mezin were lidarxistin. Ji ber rewşa hesas û nazik ku Sûriye tê re derbas dibe û ji ber beşdarbûna gelek kesayet, partî û şandeyên ji derve û hundirê Sûriyeyê ve, ronahî li kongreyê diyar dibe."

 

Hebîb gotiye, ku dê kongre belgeyeke siyasî ku hemû pêwîstiyên pêvejoya pêşerojê û şêwaza rêveberina gel û her wiha awayên veguhastina rewşa gel di nava xwe de bihewîne.

 

Wî rayedarê Desteya Serokatiya MSDê destnîşan kiriye, ku bi armanca avakirina eniya demokrasiyê ku hemû gelên Sûriyeyê li xwe bigre, dê forumeke danûstandinê were lidarxistin.

 

MSD sala 2015an hate damezrandin. Ji damezrandina xwe ve ragihand, ku ew dê ji bo projeya demokrasiyê li Sûriyê û ji bo hemû gelê vî welatî kar bike.

 

Ev encûmen sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst