Çekdarên îslamî li ji Keseba Laziqiye kişiyan

15-06-2014
HOŞÎ MÛRAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku çekdarên îslamî yên ku dest danîbûn ser bajarokê Kesekê yê girêdayî parêzgeha Laziqiye, ji bajarokê kişiyan û ew navçe ket bin kontrola hêzên rejîmê.

Di meha adarê ya borî de, çekdarên Cebhet el-Nusra ku baskê rêxistina Qaîde ye li Sûriyê û çend grûpên din ên îslamî yên opozîsyona Sûriyê, dest danîne ser bajarokê Kesebê yê stratejîk li ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê. Di şerê li Kesebê de pismamekî serokê Sûriyê Beşar Esed û çend kesên din ji malbata wî hatin kuştin.

Ji wê demê de şer navbera çekdarên îslamî û hêzên rejîma Sûriyê berdewam bû, heta ku li dawiyê çekdarên îslamî neçar man ji navçeyê bikişin.

Rewangeha Sûriyê diyar kir ku “piraniya çekdarên Cebhet el-Nusra û grûpên îslamî ji bajarê kişiyane”. Li gor çalakvanên opozîsyona Sûriyê, hêzên rejîmê gelek tank anîne gundên derdora bajarê Kesebê.

Rewangeha Sûriyê jî got ku çekdarên îslamî piştî wê yekê paşde kişiyan ku “hêzên rejîmê bi piştgiriya çekdarên Hizbullah û çekdarên din ên ne sûrî, çend navçeyên li derdora gundê el-Nebhîn ê sînorî li nêzîk Kesebê kontrol kirin”.

Bi gotina çalakvanên opozîsyonê, çekdarên îslamî yên ji Kesebê kişiyane berê xwe dane Çiyayê Kurdan li nêzîk Kesebê ku çekdarên opozîsyonê tê de dimînin.

Bajarokê Kesebê yê Ermeniyan, navçeyeke stratejîk e, ji ber ku ew li nêzîk deriyê sînorî yê ligel Tirkiyê dikeve û di nav parêzgeha Laziqiye de ye ku navenda tayfeya Elewî ya serokê Sûriyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst