Qezaya trafîkê: 4 kesên ji Rojavayê Kurdistanê mirin

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Qeza Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê de 4 kesên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku li ser rêya Şam-Himsê otobûseke rêwiyan a Kompanyaya Rafîdeynê ku xelkê Rojavayê Kurdistanê de tê de bûn wergeriya.

Di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyên kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Sedema wê qezaya trafîkê leza zêde bûye û otobûs ji ber baranê ji rê derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst