Li taxa Şêx Meqsûd jinek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê, welatiyekî bi hecita şûştina şerefê xwîşka xwe kuşt.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 14ê Nîsanê li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê, welatiyekî bi hecita şûştina şerefê xwîşka xwe kuşt, û piştre xwe teslîmî asayîşê kir.

18ê Mijdara 2021ê jî, li navçeya Şehba li bakurê Helebê kesekî destdirêjî li zarokeke 3 salî kiribû.

Taxa Şêx Meqsûd mezintirîn taxa Kurdan li bajarê Helebê ye û piraniya Kurdên ku li wir dimînin ji Efrîn û Kobanî ne. Kontrola taxê niha di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û dema 6 rojan e ku ji aliyê hêzên Hikûemta Sûriyê ve bi dijwarî hatiye dorpêçkirin.