Mîthat Işik: Mûşekên ku avêtin baregaha Başîqê aliyê Îranê dide nîşandan

15-04-2021
RÛDAW
Nîşan Mithat Işik Hewlêr Başîq Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Parastin û Ewlehiyê yê Enstîtuya Ramana Stratejîk Mîthat Işik di derbarê êrişa li ser baregeha serbazî ya Başîqê de got “Li gorî ku Tirkiye tespît kiriye cihê ku mûşêk jê hatine avêtin di xalekê de bi giranî aliyê Îranê dide nîşandan.”

Generalê teqawut Mithat Işik beşdarî bultena Rûdawê bû û êrişên li ser baregeha serbazî ya Tirkiyê li Başîqê û Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nirxand.

Mîthat Işik got “Piştî ku Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hat dagirgirin, di derbarê rizgarkirina Mûsilê de ji bo yekîneyên serbazî bên perwerdekirin, Tirkiye di 2015an de li Başîqê baregehe serbazî ava kir. Li vê baregehê bi Pêşmergeyan re artêşa Iraqê ya ku Mûsilê rizgar bike dihatin perwerdekirin. Di serî de perwerde bi hêzên Amerîkî re dihate dayîn. Piştî ku Amerîka jê veqetiya Tirkiye perwerdehiyê berdewam kir.”

Işik diyar kir ku Pêşmerge û artêşa Iraqê yên ku li Başîqê dihatin perwerdekirin, Mûsilê rizgar kirin, piştî ku DAIŞ ji Mûsilê hate paqijkirin operasyon ji aliyê Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam kirin.

Mithat Işik dibêje “Niha rêxistina terorê ya DAIŞê hinek lawaz bûye lê hinek şaneyên razayî yên DAIŞê hene.”

Işik di berdewamiya axavtina xwe de got “Ev şaneyên razayî car carna li heremên başûrê Kerkûkê û hin deverên Mûsilê êrişên xwe didomînin. Li wê derê baregeheke Tirkiyê heye. Kingê hewce bike piştgiriye dide hem Pêşmerge hem hî artêşa Iraqê.”

Hewrwiha Işik tekez kir ku hebûna baregeha Tirkiyê li Başîqê hinek welatan aciz dike û wiha berdewam kir “ji ber vê acizbûnê ez texmîn dikim di wexteke neçaverêkirî de hem bi ser Firokxaneya Hewlêrê hem jî bi ser baregeha Tirkiyê ya Başîqê de êriş pêk hatin. Di vê êrişê de leşkerekî me yê Tirk mir. Li vê derê ez bawerim he zû ye welatekî din bê tometbarkirin.”

Mithat Işik bal kişand ser cihê avêtina mûşekan û got “Li gorî ku Tirkiye tespît kiriye cihê ku mûşêk jê hatine avêtin di xalekê de bi giranî aliyê Îranê dide nîşandan. Em îhtîmala komên ku Îranê piştevaniya wan dike dinirxînin. Lêbelê, ev ê bi demê re derkeve rastê. Lê niha em jî tişkek misoger nabêjin. Delîlên ku mûşek ji heremên gûpên ku Îran piştgiriya wan dike hatiye avêtin hene.”

Işik diyar kir ku Serowezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê êrişê de hevdîtinek pêk aniye û got “Tirkiye jî û Herema Kurdistanê jî vê êrişê lêkolîn dikin. Em li wê derê mêvan in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst