Hewlêr (Rûdaw) - Krîza Sûriyê dikeve yazdemîn sala xwe, lê hêj milmilanî li wî welatî berdewam e û welatiyên sivîl jî çaverêyî aştî û aramiyê ne.
Şer û pevçûn li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li Idlib û çiyayên Laziqiyê di navbera çekdarên opozisyonê û hêzên hikûmetê de, derdikevin, bêhtir jî welatiyên sivîl dibine qurbanî.
Ebû Ubey, çekdarê Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê, dibêje, “Ez ji 11 salan ve çekdar im, min 3-4 mehan piştî destpêka xwepêşandanan çek hilgirt, piştî gulebaran û kuştina xwepêşanderan em neçar bûn li dijî rejîmê û diktator çekan hilgirin. Em bi hêvî ne vegerin warên xwe.”
Li Çiyayê Kurdan û bilindahiyên Kibênê ku çekdaran kontrol kiriye, bi sedema şer û pevçûnên hêzên hikûmetê û çekdaran, koçber û niştecî zehmetiyan dibînin.
- Deh salên serast ji krîzê li Sûriyê û destpêka yazdemîn sal e, hêj rewş aloz e
- Li gorî Neteweyên Yekbûyî di encama vî şerî de 387 hezar kes hatine kuştin
- Bêhtir ji 2 milyon û 100 hezar kesî birîndar bûne
- 13 milyon kes koçber û penaber bûne
- 13 milyon kes jî pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye
Bi derbasbûna van hemû salên şer û zehmetiyan, di asoyê de ti çare nayê dîtin.
Her yek ji opozisyona Sûriyê û hikûmetê li navçeyên xwe, desthilatdariyê dike, lê welatiyên sivîl jî çaverêyî aştî, aramî û çareseriyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse