Li Baxozê sê xwekujên DAIŞê xwe teqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê li bajarokê Baxozê sê êrişên xwekujî encam dan û di encama êrişan de şeş kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn.

 

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Çiyager Amed ragihand ku yek ji xwekujan, ew xelkê ku ji devera jêr desthilata DAIŞê ya Baxozê derdiketin, kiriye armanc.

 

Çiyager Amed diyar kiriye: “Kesekî xwekuj di nav wan kesan de xwe veşartibû ku ji wê deverê derdiketin û di encamê de ji wan herî kêm şeş kes kuştin ku dixwestin wê deverê bi cih bihêlin.”

 

Berdevkê HSDê amaje bi wê yekê jî kiriye ku du xwekujên din li nêzîkî pêgehên şervanan, xwe teqandine û di encamê de çend kes bi awayekî sivik birîndar bûne.

 

Ji 8ê Sibatê ve HSD bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî êriş dike ser Baxozê û wisa tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de temamê bajarok were kontrolkirin.