Sergey Şoygu serdana Beşar Esed kir

15-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed îro li Şamê ligel Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û şandeke pilebilind a leşkerî ya lgeil Şoygu civiya.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di hevdîtinê de behsa hevkariyên di navbera artêşa Rûsya û Sûriyê de bi taybetî “di warê şerê dijî terorê de” kir.

Şoygu dûpat kir ku welatê wî dê berdewam be li ser hevkarîkirina Sûriyê heta ku serweriya wê li ser hemû axa wê ji nû ve were bicîanîn.

Şoygu herwiha da zanîn ku ew dê berdewam bin li ser alîkarîkirina gelê Sûriyê ji bo derbaskirina bandorên dorpêça ku bi rêya sizayan hatiye sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst