Li Baxoz şerê HSD û DAIŞê dijwar bûye

15-02-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Êdî çekdarên DAIŞê weke berê nikarin xwe li hemberî êrîşên wan bigrin
Êdî çekdarên DAIŞê weke berê nikarin xwe li hemberî êrîşên wan bigrin
Nîşan Baxoz HSD DAIŞ Şer
A+ A-

Dêra Zor (Rûdaw) - Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî bo ser pêgehên herî dawî yên DAIŞê li sînorê parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê berdewam in û şervanên HSDê dibêjin, êdî çekdarên DAIŞê weke berê nikarin xwe li hemberî êrîşên wan bigrin.

 

Hêzên HSDê yên ku beşdarî wê operasyona li ser pêgeha dawî ya DAIŞê bûne jî dibêjin, sedema kontrolnekirina bilez a pêgehên DAIŞê ew e ku gelek mayin li deverê hatine danîn, lewma ew hewl didin bi hişyarî pêşve biçin.

 

Bersiv û bersivdayîn di şerê Dêra Zorê de berdewam e. Çekdarên DAIŞê tevî bêhêzbûna xwe hewl didin ji bajarokê Baxoz ê dorpêçkirî ve, êrîşan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encam bidin.

 

Fermandarê HSDê Mistefa Omer ji Rûdawê re diyar kir: “Bû du sê roj in em pêş dikevin û wan hewl dan bersiv bidin me û êriş bikin. Hinek kes birîndar bûn, lê DAIŞ niha ti şiyana hêzeke wê nemaye.”

 

Zêdetirî 3‪0‪ hezar welatiyên sivîl heya niha ji pêgehên herî dawî yên DAIŞê derketine û behsa jiyaneke xerab dikin. Ji aliyê tîmên taybet ên ser bi Rêveberiya Xweser û Hevpeymaniya Navdewletî tên pişkinînkirin.

 

Jineke DAIŞî ya ji Helebê Sena Husên dibêje: “Me gelek hewl da ku em derkevin, lê nedihiştin, ji ber ku mayin danîne ser rê. Hinek kesan hewla xwerizgarkirinê dan, lê piraniya wan ji ber mayinan mirin. Cîranên me jî çûn, lê mayin bi wan de teqiya û lingê xwe ji dest dan.”

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwe ji bo ragihandina serkeftina dawî li ser DAIŞê li Sûriyê amade dike ku piştî bidawîhatina şerê Baxozê, gelek  mijarên siyasî û serbazî li deverê tên yekalîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst