El-Colanî: Tehrîr El-Şam nabe rêgir li berdem operasyona Tirkiyê

15-01-2019
RÛDAW
Serokê Desteya Tehrîr El-Şamê, Ebû Mihemed El-Colanî dibêje, PKK dujminê şoreşa Sûriyê ye û divê were jinavbirin.
Serokê Desteya Tehrîr El-Şamê, Ebû Mihemed El-Colanî dibêje, PKK dujminê şoreşa Sûriyê ye û divê were jinavbirin.
Nîşan Sûriye Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî Şervanên Kurd PKK Tirkiye Operasyona Tirkiyê Rojhilatê Firatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Tehrîr El-Şam ku berê bi navê  Cebhet El-Nusre dihate naskirin, Ebû Mihemed El-Colanî ragihand, şervanên Kurd li Rojhilatê Firatê endamên PKKê ne û ew piştevaniya Tirkiyê dikin ji bo jinavbirina wan şervanan.

 

Di hevpeyvîneke de, Ebû Mihemed El-Colanî got, PKKê dujminê şoreşa Sûriyê ye û nabin rêgir li berdem operasyona artêşa Tirkiyê li deverên rojhilatê çemê Firatê.

 

El-Colanî diyar kir, PKK rûbereke berfireh ji axa Sûriyê kontrol kiriye, lewma eger Tirkiyê operasyona Rojhilatê Firatê encam bide, dê Dsteya Tehrîr El-Şam piştevaniya wê bike.

 

Serokê Desteya Tehrîr El-Şam got: “Em dibînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê dujminên şoreşa Sûriyê ne, û niha ew rêxistin navçeyeke berfireh kontrol dike, ku hejmarek mezin ji Erebên Sunne lê dijîn, gelek eşîrên me li wan navçeyan hene, û ciwanên wan ligel me şer dikin, û weke hûn dizanin, me bo demeke dirêj ew navçe kontrol kiribû, û di destpêka şoreşê de me beşek mezin ji wan navçeyan rizgar kiribû.”

 

Lewra em nabin rêgir li ber operasyonên Tirkiyê li Rojhilatê Feratê, ji ber ku gelek giring e ku PKK ji wan navçeyan were jinavbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst