Tevger li bazara Reqayê germ bûye

14-11-2018
RÛDAW
Xelkên Reqayê ji tevgera bazarê razî ne
Xelkên Reqayê ji tevgera bazarê razî ne
Nîşan Sûriye Reqa Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî  şer û pevçûnên dijwar li Reqayê niha li Bazara Erebî ango El-Qiwetlî ku kevintirîn bazra bajêr e, liv û tevgera danûstandinê germ bûye. Xelkê bajarê Reqa jî, ji vê yekê razî ne û dibêjin êdî jiyan hêdî hêdî vedigere bajarê wan.

 

Piştî saleke dijwar ji şer û pevçûnan , herwiha 4 salên din li jêr destê DAIŞê, cardin jiyan li bazarên bajarê Reqa asayî dibe.

 

Ceda Qiwetlî, yan jî Bazara Erebî, yek ji bazarên herî giring a bajarê Reqa ye, ku bi firotina kelûpelên kiltûrî navdar e.

 

Xelkê Reqa ji tevgera bazaran razîn e, û dibêjin, tevgera zêde ya bazaran û bi tabetî li bazara Erebî, nîşana wê yekê ye ku êdî jiyana vedigere bajarê wan.

 

Xelkê bajarê Reqa yê bi navê Mehmûd Ehmed wiha got: “Ev bazar kevintirîn bazarên parêzgeha Reqayê ye, ku di destpêkê de navê wê bazara Erebî bû, lê niha navê wê ya nû bûye bazara El-Qiwetlî, her tişt li vî bazarî heye, sênîk, sênîkên nihas û hesin, herwiha kelûpelên çêkirina qehwê jî lê heye. Di heman demê de bazar devereke girîng e ji bo peydakirina çadiran, wek hun dizanin em berî di bin çadiran de me jiyana xwe derbas dikir.”

 

Li bazarê kiltûr û dîroka bajarê Reqa tê xweyakirin, xelkên bajar jî bi vê yekê kêfxweş in.

 

Xelkê bajarê Reqa Ehmed Ebar jî got: “Ev bazar bazareke gelerî ye her tişt lê tê firotin, wek çadir û her tiştek girêdayî kiltûra Reqayê.”

 

Piştî nêzîka 5 mehan ji şer û pevçûnan, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) di dawiya sala 2017an de bajarê Reqa bi temamî ji destê rêxistina DAIŞê derxistin, lê ji ber şer û pevçûnan piraniya wî bajarî wêran bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst