Rêvebirê Giştî yê UNHCR seredana Şamê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Ajansa Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî ve Filippo Grandi di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de serdana Sûriyê kir.

Filippo Grandî roja Sêşembê 13ê Îlona 2022an li Şamê li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civiya.

Piştî civînê ti daxuyaniyek ji aliyê herdu aliyan ve li ser naveroka civînê nehat belavkirin.

Grandî li Sûriyê serdana bajarê Helebê jî kir û li wê derê bi hejmarek welatiyên Sûrî re ku di rewşeke xirab de dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyên navdewletî hene, hevdîtin kir.

Rêveberê UNHCR Filippo Grandi, seredana Urdinê jî kir û li gel Şah Ebdullah ê Duyem Şahê Urdinê jî civiya.

YE: Sûriye ji bo vegera penaberan ne aram e

Li aliyekê din Yekîtiya Ewropayê dibêje, Sûriye ji bo vegera penaberan ne aram e.

Ofîsa Şanda Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê ku niha li Beyrût a paytexta Lubnanê ye û bi berdewamî serdana Sûriyê dike, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye, ji mafê her Sûriyekî ye vegere cihê xwe, lê hîn jî rewşa vegerê ne guncaw e.

Di beşeke din a peyama Ofîsa Şanda Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê de hatiye gotin, Divê di destpêkê de zemîna vegera ewle û bi rûmet a koçber û penabean li ser daxwaza wan xweşkirin, û li gorî yasaya navdewletî nabe ew bi zorê bên vegerandin.