Opozisyona Sûriyê li Idilbê ‘Artêşa Niştimanî’ ava dike

Hewlêr (Rûdaw) - Opozisyona Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê hêzeke mezin bi navê “Artêşa Niştimanî” ava dike. Armanca sereke ya vê artêşê jî ew e, ku rê li ber pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê bigire. Hinek fermandarên Artêşa Niştimanî jî dibêjin, ew hêz bi alîkariyên darayî û locestîkî yên Tirkiyê tê damezrandin.

 

Ji demekê ve opozisyona sûrî, bi alîkariya Tirkiyê, kar li ser damezrandina artêşekê bi navê “Artêşa Niştimanî” dike.

 

Yek ji armancên sereke yên vê artêşê, ew e ku rêgiriyê li ber pêşketina hêzên hikûmeta sûrî bike, ji bo ku nikaribe navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê vegerîne jêr kontrola xwe.

 

Fermandarên pilebilind ên vê artêşê nîşanê bi wê yekê didin ku eger opozisyon ji nakokiyên navxweyî rizgar bibe, wê di vî warî de, gaveke baş bavêje.

 

Mebesta opozisyonê ji vê gavê ew e ku ew bi alîkariya Tirkiyê, pêgeh û binkeyên li jêr kontrola xwe, ji êrîşên artêşa sûrî biparêze. Hebûna hêzên tirkî li wan navçeyan jî, bi wan re alîkar e, ku hikûmeta sûrî, bi awayekî zû nikare êrîşan encam bide, ne jî wê bi hêsanî operasyonên xwe arasteyî wan navçeyan bike.

 

Fermandarê Artêşa Niştimanî, kolonel Heysem Elîfêsî, ji medyayê re ragihandiye ku damezrandina vê hêzê, ne karekî hêsan bû. Tekez jî kir ku, di pêşxistina vê artêşê de, ew ji qonaxekê diçine qonaxeke din, lê zehmetî hene.

 

Artêşa Niştimanî ya opozisyonê ji 35 hezar çekdarî pêk tê, ku ji piraniya hêzên mezin hatine hilbijartin. Lê tevî pirbûna hejmara wan jî, ev artêş wê ne bi hêsanî karê xwe bike, ji ber ku aliyên din hene ku li dijî vê artêşê kar bikin, di serê wan de jî, li gorî gotina Elîfêsî, hikûmeta sûrî, Partiya Karkerên Kurdistanê û DAIŞ in, ku wî ev hersê alî, bi dijminê Artêşa Niştimanî binav kirin.

 

Bi hebûna hêzên tirkî li Cerablus, Idlib, Efrîn û navçeyên Mertala Ferat, hinek hêvî li cem hêzên Artêşa Niştimanî peyda dibe ku rewş êdî bi wan re alîkar be. Lê hikûmeta Tirkiyê, heta niha, ti zanyarî û daxuyanî derbarê vê mijarê ranegihandiye.

 

Hikûmeta sûrî ji aliyê xwe ve, hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka xwe, bi dagîrkirin binav dike û xwe ji bo operasyoneke leşkerî li dijî hêzên opzisyonê li Idlibê amade dike, ku eger heye, ev Artêşa Niştimanî, alîkariya hêzan opozisyonê di wî şerî de bike.

 

Bi gotina Elîfêsî, alîkariya Tirkiyê wê di warên madî û lojestîkî de be, herwiha dibe ku di warên pêşkêşkirina çekan de be jî.

 

Li gorî Rêkeftina Asatana, di navbera aliyên garantor, (Tirkiye, Rûsya û Îranê) de, 12 xalên çavêdêriyê yên (Kêmkirina Şer) ên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hene.