Îtilafa Sûriyeyê hevpeymaniya Rûsyayê red kir

14-08-2015
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îtilafa Sûriyê Xalid Xoce Rûsya Beşar Esed
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îtilafa Sûriyeyê Xalid Xoce pêşniyara Rûsya ya derbarê pêkanîna hevpeymaniyeke nû bo rûbirûbûna komên tundrew li Sûriyeyê de ku artêşa Sûriyeyê jî beşek ji wê hevpeymaniyê be, red kir.

 

Serokê Îtilafa Sûriyeyê ya dijbereya wî welatî, Xalid Xoce tekez kir, ku pêwsît e Serokê niha yê Sûriyeyê Beşar Esed di desthilatê d enemîne.

 

Xoce da zanîn, ku rejîma niha ya Sûriyeyê Bingeha sereke ya wê kirîzê ye ku Sûriye rastî wê hatiye.

 

Serokê Îtilafa Sûriyeyê herwiha da xuyakirin, ew hevpeymaniya ku Moskow pêşniyar kiriye û dixwaze pêk bîne, artêşa Sûriyeyê jî li xwe digre û ew tê wê wateyê ku Esed dê di desthilatê de bimîne.

 

Xalid Xoce ragihand: "Em herdem tekez li ser wê dikin ku cihê Esed di paşeroja welatê Sûriyeyê de nîne û pêwîst e dest ji kursiyê xwe berde."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst