40 rêxistin û kesayetiyên mafnas daxwaza mafên jinan li Sûriyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - 40 rêxistin û kesyetiyên mafnas û siyasî di daxuyaniyekê de daxwaz kirin ku divê jina Sûrî ji cudahiyê û karesatên şerê navxwe bê parastin û divê jina Sûrî rola xwe di avakirin û pêşxistina civakê de bibîne.

Roja 13ê Tîrmeha 2022an, 40 rêxistin û kesayetiyên mafnas û siyasî di daxuyaniyekê de ragihandin, ji 2011ê ve ji destpêka krîza Sûriyê heta niha 155 hezar û 2 jin ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin û rûbirûyê êşkencedan û destdirêjiya sêksî bûne û bi hezarên jin jî bi destê wan hêzan hatine kuştin.

Di dawiya daxuyaniya her 40 rêxistin û kesayetiyan de hatiye ragihandin, “Divê komîteyeke navdewletî rewşa jinên Sûrî di serdema şerê navxwe de bişopîne. Divê yasayên taybet bi mafên jinê bên cîbicîkirin. Divê jinên Sûrî beşdariyê di jiyana siyasî û komîteya destûrê de bikin. Divê her kesê tawan derheqê jinên Sûrî de kiribin ji aliyê grûpên çekdar û hêzên hikûmetê bêne dadgehkirin. Divê jinên qurbanî bêne qerebûkirin. Divê rê li ber jina Sûrî bê vekirin, daku beşdariyê di çêkirina aştî û avakirina siberoja Sûriyê de bikin.”