Îranê baregehên xwe yên li Dêrezorê vala kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê, Supaya Pasdaran a Îranê baregeh û cebilxaneyên xwe yên li Dêrezorê vala kirin.

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Doh Îranê jî wekî bersiv bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a North Pressê, Supaya Pasdaran a Îranê ji tirsa êrişan gelek baregeh û cebilxaneyên xwe yên li Dêrezor û nevçeyên wê yên Elbû Kemal û El Meyadînê vala kirine.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji bo ku xwe veşêrin pasdaran berê xwe daye xendek û tunelên li çola El Meyadînê.

Herwiha North Pressê diyar kir ku pasdaran dest daniye ser alavên mobîl ên çekdarên xwecihî.

Li aliyê din pasdaran serkirdeyên pilebilind bi otombîlên sivîl veguhestin cihekî nediyar.

Hat ragihandin ku pasdaran hişyariyeke giştî daye baregehên xwe yên li Hims û Dêrezorê.

Li gorî nûçeyê, pasdaran sîstemên mûşekavêjan jî veguhestine bajarokên El Salihiye û El Meyadînê.