Îranê baregehên xwe yên li Dêrezorê vala kirin

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran Îran Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê, Supaya Pasdaran a Îranê baregeh û cebilxaneyên xwe yên li Dêrezorê vala kirin.

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Doh Îranê jî wekî bersiv bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a North Pressê, Supaya Pasdaran a Îranê ji tirsa êrişan gelek baregeh û cebilxaneyên xwe yên li Dêrezor û nevçeyên wê yên Elbû Kemal û El Meyadînê vala kirine.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji bo ku xwe veşêrin pasdaran berê xwe daye xendek û tunelên li çola El Meyadînê.

Herwiha North Pressê diyar kir ku pasdaran dest daniye ser alavên mobîl ên çekdarên xwecihî.

Li aliyê din pasdaran serkirdeyên pilebilind bi otombîlên sivîl veguhestin cihekî nediyar.

Hat ragihandin ku pasdaran hişyariyeke giştî daye baregehên xwe yên li Hims û Dêrezorê.

Li gorî nûçeyê, pasdaran sîstemên mûşekavêjan jî veguhestine bajarokên El Salihiye û El Meyadînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê