Li dijî asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Sûriyê re xwepêşandan hatin kirin

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Ezaz Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajar û bajarokên Sûriyê li dijî asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Sûriyê re xwepêşandan hatin kirin.

Îro Înê 14ê Nîsana 2023an li çend bajar û bajarokên ku di bin kontrola grupên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ne, xwepêşandan li dijî asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Sûriyê re birêve çûn.

Li bajarê Ezazê li bakurê Helebê xwenîşanderan hewlên asayîkirina peywendiyan li gel hikûmeta Sûriyê red kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan, herweha tekezî li ser prensîpên şoreşê weke ku ew bi nav dikin, kirin.

Xwepêşanderan dirûşmên “Em ê bimirin û bi Esed re lihev nayên” her wiha “asayîkirina peywendiyan bi Esed re tawaneke ku lêborîn jê re nîne” bilind kirin.

Li bajarê Girê Spî jî li gundewarên Reqayê, xwepêşandanek birêve çû û asayîkirina welatên Erebî ji peywendiyên xwe li gel Sûriyê protesto kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst