Heleb: Dorpêça artêşa Sûrî li ser taxên Kurdnişîn berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Firqeya 4ê ser bi artêşa Sûriyê dorpêça xwe li ser herdû taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê didomîne.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, Firqeya 4ê ser bi artêşa Sûriyê dorpêça xwe li ser herdû taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê didomîne ku hêzên Kurdî yên ser bi Rêveberiya Xweser lê dimînin, bi taybetî serbazên vê firqeyê rê nadin mazot û benzîn derbasî nav wan herdû taxan bibin.

Di heman demê de, encûmeneên xwecihî li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ser bi Rêveberiya Xweser ragihandin, mazot û benzîn li navçeyê zêde kêm bûye wata çêkirina elektrîkê dikeve bazneya nebûnê, di encam de kar li nexweşxaneya Avrîn dikeve metirsiyê, li gel jikarketin tevgera saziyan û dibistananên navçeyê.

Li gor heman çavkaniyê, ji Kanûna 2022an û heta niha, Firqeya 4ê ser bi artêşa Sûrî herdû taxên Kurdnişîn Şêx Meqsû û Eşrefiyê li bajarê Helebê û navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dorpêç dike bi armanxa van cihan ji dest hêzên ser bi Rêveberiya Xweser derxîne û wan bixe bin kontrola xwe, herwiha di Sibata û Adara borî de jî rê nedabû alîkariyên mirovî derbasî cihên erdhejê bibin daku li zerardîtiyan bên dabeşkirin.