Esed rêveberê banka navendî ya Sûriyê ji kar avêt

14-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed,  roja Sêşemê bi biryarekê Rêveberê Banka Navendî ya Sûriyê Hazim Qurfûl ji kar dûr xist, ew yek jî di demekê de ye ku welatê wî di krîzeke mezin a aborî de ye.

Di biryarê de, sedemên dûrxistina Rêveberê Banka Navendî ya Sûriyê nehatine aşkerekirin, herwiha ti amajeyek jî bi wê yekê nehatiye kirin ku kesek li cihê wî hatibe destnîşankirin.

Serokê dûrxistî yê Banka Navendî ya Sûriyê, Hazim Qurfûl yek ji wan kesan e ku di Îlona 2020 de ji aliyê Amerîka ve hatiye cezakirin.

Berî niha Serokê Sûriyê, di meha Hezîrana 2020an de bi biryara serokatiyê ya hejmar 143 a sala 2020, Muhendis Imad Mihemed Dîb Xemîs ji posta serokwezîriya Sûriyê avêtibû û Hisên Ernûs li cihê wî weke serokwezîrê nû diyar kiribû.

Ev pêngava Serokê Sûriyê di demekê de ye ku rewşa aborî û bi taybetî rewşa Lîreyê Sûriyê xirab e, berî çend heftiyan buhayê her dolareke Amerîkî gihîştibû 5 hezar lîreyan, lê niha bo nêzîkî 4 hezar û 200 lîreyan daketiye.

Ji ber berdewamiya şer û aloziyên li Sûriyê ku derbasî sala xwe ya yazdehemîn bûye, herwiha ji ber tedbîr û rêkarên jibo kontrolkirina vîrusa coronayê û têkçûna rewşa aborî ya welatê Lubnanê ku cîranê Sûriyê ye, Sûriye tûşî krîzeke kûr a aborî bûye.

Hikûmeta Sûriyê ji bo baştirkirin û asayîkirina rewşa krîza aborî hin biryar dane û pêngav avêtine, lê heya niha ti encamek ji wan tedbîran wernegirtiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst