`Krîza Sûriyê tenê li gor biryara Encumena Asayîşê çareser dibe`

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gier Pederson got, krîza Sûriyê tenê bi riyên siyasî li gor biryara encumena asayîşê 2254 tê çareserkirin.

Pederson dibêje “di demeke nêzîk de wê li Cinêvê komîteya destûra Sûriyê bicive û hêviya min ew e ku vê carê her du lî li ser hinek xalên sereke li hev bikin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê got, ji bo ku penaber û koçberên Sûriyê vegerine welatê xwe, cihekî amin ji wan re lazim e.

Her wiha got, projeya wî ya bi navê “gav bi gav”, riya herî başe ji bo ku alî nêzîkî hev bibin û çareserî pêk were.

Projeya Pederson bi navê “gav bi gav” heye, ew behsa wê yekê dike ku Amerîka û welatên rojavayî cezayên xwe li ser Şamê nehêlin yan jî kêm bikin, li hember jî Rûsya givaşan li ser hikûmeta Sûriyê bike daku pêşketinek di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbibe.

Lê pêştir hem Wezîrê Derve yê Sûriyê û hem jî Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê ew pêşniyara Pedersen red kiribûn.