Rûdaw dîmenên derketina ji Baxozê belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji çekdarên DAIŞê tevî jin û zarokên xwe ji pêgeha herî dawî ya DAIŞê ya Baxozê derdikevin. Gelek caran behsa vekirina korîdoran ji bo ku sivîl, yan jî zarok û çekdar derkevin dihat kirin, lê dîmenên korîdor tinebûn. Rûdaw dîmenên derketina ji  wê korîdora Baxozê belav dike.

 

Piştî ku duh şer li Baxozê giran bû, îro cardin bi dehan ji çekdarên DAIŞê li gel malbatên xwe bi rêya korîdoreke aram ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nû vekiriye, xwe radest kirin.

 

Weke di dîmenên Tora Medyayî ya Rûdawê de diyar dibe di nav wan kesên xwe radest kirine, çekdarên birîndar û bi dehan zarok û jin hene, ku rewşa wan gelekî xerab e.

 

Êdî di derketinê de, kes nema xwedî li kesî derdikeve, di dîmenên Rûdawê de diyar dibe, ku jinekê bi destê 2 zarokên xwe girtiye, di dema ku birêdikevin zarokên wê ji destê wê dikevin, jin bang dike, û dibêje, werin zarokên xwe bibin, zarokên xwe li pey xwe dikişkişîne, û bi zor û heft bela wan zarokan dibe.