Komîteya Amadekar: HSD nûnertiya xelkê me yê li rojhilat nake

14-02-2025
RÛDAW
Nîşan Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Kurd HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê got, “HSD nûnertiya xelkê me yê parêzgehên li rojhilat nake, li ser parçebûnê diyalog nabe.”

Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê beyî hebûna Kurdan hat avakirin.

Ev komîte ji 7 kesan pêk tê lê di nav wan de Kurdek jî nîne.

Berdevkê Komîteya Amadekar Hesen Dexîm doh konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Hesen Dexîm got ku diyalog “ne li ser bingeha cudatiya mezheban û netewî ye” û anî ziman, “Eger HSD xwe nesipêre Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dê were paşguhkirin.”

Dexîm li ser kesên ku tev li kongreyê bûne ragihand:

"Ti kes li ser bingeha dîn, kiyan, dezgeh yan partiya xwe nayê vexwendin. Her Sûriyeyî wekî Sûriyeyî û welatparêz û bi kesayetiya xwe dê were vexwendin."

"Em behsa diyaloga niştimanî dikin”

Dexîm got ku eger HSD xwe nesipêre Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê cihê wan di diyalogê de nabe û got:

"Em behsa diyaloga niştimanî dikin ne behsa şerê leşkerî. Ev diyalog ji bo dan û standinê ye ne ji bo nîşandana hêzê ye."

Berdevkê Komîteyê destnîşan kir, “HSD nûnertiya xelkê me yê li parêzgehên rojhilat nake” û got:

"Em red dikin ku çi Ereb çi Tirkmen çi Kurd çi Misilman û çi jî Mesîhî bin nûnertiya xelkê me yê li herêmên Reqa, Dêrezorê û Hisîçayê monopolîze bike."

Dexîm li ser pirseke Nûçegihanê Rûdawê ya derbarê çawaniya vexwendin û nûnertiya parêzgehên rojhilat got:

"Amadehî û encam û naveroka konferansê û dema wê jî wekî hev in û ew jî dê di nîqaşên giştî de werin diyarkirin.”

Li gorî Dexîm, wan ji şeva çarşemê ve dest pê kiriye ku bi xelk û nûnerên parêzgehan re pêwendiyan deynin.

Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat avakirin.

Di wê komîteya ku Kurd û pêkhateyên din cih nagirin de 5 zilam û 2 jin hene.

Navên endamên komîteyê ev in: Hesen Dexîm, Mahir Elûş, Mihemed Mistet, Mistefa Mûsa, Yûsif Hecir, Hind Qibwat (jin) û Huda Etasî (jin).

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku dê li hemberî vê yekê (nebûna Kurdan a di komîteyê de) helwesta wan hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst