Şûnwarên dîrokî hatine wêrankirin

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê dîmenên vîdyoyî yên nû ji bajarê Tedmurê re belav kirin.


Di van dîmenan de diyar dike ku beşekî mezin ji şûnwarên Tedmurê hatine wêrankirin.


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ev dîmen bi balefirên bê pîlot girtine.


Dîmenên bi rengê reş û sipî yên 5ê vê meha Sibatê ne, ku ew jî Şanogeha Romanî ye. Tê de diyar e ku bi tevayî wêran bûye. Herwiha 16 stûnên avahiya Tîtrabîl bi giştî winda bûne.


Neteweyên Yekbûyî wêrankirina şûnwaran weke tawana şer binav kir.


Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku DAIŞê ew şûnwar wêran kirine.


Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê Berfanbara 2016an careke din bajarê Tedmurê kontrol kir.