YPG beşek ji şervanên xwe dişîne Helebê

14-02-2015
Comerd Hemdoş
A+ A-

Heleb (Rûdaw) - Hat zanîn ku hêzên çekdarên opozîsyona Sûriyê û YPGê li ser avakirina eniyeke hevbeş li Helebê li hev kirine.

 

Çavkaniyeke taybet li Helebê ji Rûdawê re got, hêzên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji bo avakirina eniyeke hevbeş li bajarê Helebê dicivin da ku tevahiya hêzên leşkerî di bin navê “Cebhe Şamiyê” de bin û eniyeke nû ya siyasî jî di bin navê “Desteya Eniya Şoreşger” de ava bikin.

 

Li gorî çavkaniyê Rûdawê, nûnerên Efrîn, Kobanî û devera Babê (dikeve navbera Efrîn û Kobanî) jî dê cihên xwe di desteya siyasî de bigirin.

 

Çavkaniyê Rûdawê eşkere kir ku biryar e hin partiyên kurdî jî tevlî wê desteyê bibin û hin endam ji Îtilaf û hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê jî tê de beşdar in.

 

Jêderê Rûdawê ragihand ku Cebhe Şamiyê li gel YPGê çend civîn li dar xistine, di encama wan civînan de YPG razî bûye beşek ji  hêza xwe bişîne Helebê.

 

Li gorî agahiyên ku wî çavkanî dane Rûdawê, hêzên opozîsyona Sûriyê bi mercekê YPG di nav xwe de qebûl kirine ku YPG xwe ji rêjîma Sûriyê dûr bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst