Krîstiyanên Marmarîta ji niha ve pêşwaziya cejna sersalê dikin

13-12-2020
RÛDAW
Krîstiyanên Marmarîta pêşwaziya cejna sersalê dikin
Krîstiyanên Marmarîta pêşwaziya cejna sersalê dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kristiyanên bajarokê Marmarîta ser bi Parêzgeha Homsê bi rêûresmên cuda pêşwaziya cejna sersalê dikin, li Çargoşeya sant Pîter dara sersalê hatiye xemilandin, û xelk bi şahî û dîlan kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Rêkxera Çalakiyê dibêje, “Gelek pirsgirêk bi ser mede hatin çi aborî û çi nexweşî, em gelekî westiyan daku me ev çalakî birêxist, em bi hêvîne ew bi dilê webe, û kêfa hemû kesî jêre hatibe, divê em maskan bikar bînin, ji bo tendirustiya me û ya giştî, bi hêvîme sala bê ji vê salê xweştir be, em hewl didin ken li ser rûyê xelkê bihêlin eger bi tiştekî wiha bi çûkbe jî.”

Rewşa xelkê Sûriyê bi giştî ji ber 9 salên şerê navxwe , ji gelek aliyan ve xerabe, lê kesên ev çalakî bi rêxistine hewl didin hinek kêlîkên keyf û xweşiyê ji felekê bidizin, û dilê xelkê xweşbikin.

Beşdarbûyeke çalakiyê jî ragihand, “Rewşa hemiyan gelekî xerabe, ji aliyê aborî, belavbûna corona û rewşa siyasî,  tevî vî awî me hinek kêlîkên xweşiyê dizîn  daku hemû xelk hest pê bike û têbighêje  ku  hîn cejin hene û jiyan  heye, em bi hêvîne me karibû kêfa zarokan û kêfa xelkê bînin.”

Bajarê Marmarîta dikeve ser rêya navbera Homs û Tertûsê, 50 Kîlometreyan ji bajarê Homsê dûre, nişteciyên wê Krîstiyanin, navê Marmarîta ji Dêreke kevnar Hatiye ku berê li wê devrê hebû bi navê Mar Merta an Dêra Marta, nav herwiha bi demê re hatiye guhertin û bûye Marmarîta.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst