Siryan û Aşûrî ji hikûmeta demî ya Sûriyê nerazî ne


Hewlêr (Rûdaw)- Nûnerên Siryan û Aşûryan di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de dilgiraniya xwe anîn ziman ku tu nûnerekî wan di hikûmeta demî ya opozîsyonê de tune ye.

Hikûmeta demî ya opozîsyonê di civîna roja duşemê ya hevpeymaniya opozîsyonê li bajarê Stenbolê de hat avakirin.

Hikûmeta demî ku bi serokatiya Ehmed Tuhma ye û hikûmeteke teknokrat e, ji 12 wezîran pêk tê, 9 ji wan hatine hilbijartin û hîn şûna 3 wezîran vala ye.

Nûnerên Siryan û Aşûryan di hevpeymaniya opozîsyonê de di daxuyaniyekê de ragihandin “Di pêkhateya hikûmeta demî ya Ehmed Tuhma de pêkhateya siryanî aşûrî hatine piştguhxistin”.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Tevî ku em li dijî prensîpa parvekirinê ne, lê di pêkhateya hikûmetê de parvekirin diyar û aşkere ye. Pêkhateya hikûmetê li dijî prensîpa sereke ya hevpeymaniya opozîsyonê ye ku ew jî dibêje divê para mezin ya wezîran ji kesatiyên di hundir Sûriyê de bin, lê piraniya wezîrên di hikûmeta demî de ev b I dehê salane li derve dijîn”.

Nûnerên Siryan û Aşûryan di hevpeymaniyê de nerazîbûna xwe li hember piştguhxistina pêkhateyên wan anîn ziman û gotin “Em bi enqest hatine piştguhxistin”.

Di hikûmeta demî ya opozîsyona Sûriyê de, jibilî wezîrekî Kurd, hemû her 8 wezîrên din ên ku hatine hilbijartin Ereb in.