Yekîneyên nû yên leşkerên tirk çûne Idlibê

Navenda Nûçeyan – Karwanekî nû yê leşkerên Tirkiyê, ku ji 80 serbaz û 15 otomobîlan pêk dihar, ji bo bajarê Idlibê ya Sûriyê hatin şandin.

 

Di çarçoveya veguhestina hêzên leşkerî yên Tirkiyê bo “Devera Aram” li Idlibê, hejmareke zêde ya otomobîlên leşkerî, hawarçûnê û konteyneran gihane bajarokê Reyhanlî yê ser bi parêzgeha Hatayê ve. 

 

Demjimêr 22:30ê şeva borî (13-10-2017), karwanekî leşkerî ku çend yekîneyên cuda lixwe girtibûn, ji bo ku biçe Devera Aram a idlibê, çûne bajarê Reyhanlî û ji wê derê ber bi Idlibê hatin veguhestin.

 

Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê da xuyakirin ku hêzeke wan ya ku ji 80 serbaz û 15 otomobîlan pêk hatibû ji bo pişkinînê û vekirina rê derbasî nava Idlibê bûye.