Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Îsraîlê êrişî du baregehên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yê li parêzgeha Tertûsê kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişî 2 baregehên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên li parêzgeha Tertûsê kir.
5 efserên Hêza Parastina Esmanî birîndar in
SOHRê diyar kir ku di êrişê de 3 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de 5 efserên Hêza Parastina Esmanî jî hene.
Li gorî SOHRê di êrişa balafirên Îsraîlê de cebilxaneyeke Hizbullaha Libnanê jî hatiye armanckirin.
Ji destpêka sala 2023yan ve Îsraîlê 27 caran êrişî axa Sûriyeyê kiriye.
Di encamê de 65 baregeh û bingehên serbazî îmha kirin.
Îsraîlê herwiha 64 serbaz, çekdar û efser kuştin û 77 kes jî birîndar kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse