Idlib: Grûpên hawarçûnê ditirsin Derî yê Bab El-Hewa bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vetoya Rûsyayê di Civata Ewlekariyê ya Navdewletî ya li ser Sûriyê de Deriyê Bab El-Hewa li pêşiya derbaskirina Neteweyên Yekbûyî ji alîkariyên mirovî re ji bo bakurê Rojavayê Sûriyê hatiye girtin.

Derî yê Bab el-Hewa yê li bakurê Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê karwanê dawî yê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî derbasî navçeya ku di bin kontrola Desteya Tehrîr el-Şam de ye bû.

Piştî veto ya Rûsyayê li Civata Ewlekariyê roja 11ê vê mehê dijî nûkirina dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan, koçberên Sûrî li bakurê rojavayê Sûriyê dikevin bazneya metirsiyê.

Koçber Yûsif Remezan anî ziman, “Dest danîn ser erdê me û malên me jî wêran kirin. Rejîmê bi piştîvaniya Rûsya, Îran û Hizba Şeytan ew wêran kirin. Em xistine rûberekî teng û niha dixwazin Bab El-Hewa jî bigirin. Bi zorê em xwe pê re diqedînin, eger bê girtin gelo wê çi çêbibe?”

Li gor aliyên peywendîdar bi hawarûnê û pêşkêşkirina alîkariyan li bakurê rojavayê Sûriyê, niha alîkarî tenê bo sê mehan di embarên wan de hene, da ku bikaribin koçberan li kampan biqedînin.

Serokê Desteya Hawarçûnê ya Sûriyê EbduRezzaq Ewed got, “Ev alîkarî tenê ji sedî 50ê pêdiviyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê dabîn dikin, lewra rêgirtina li ber derbaskirina alîkariyan an dengdana dijî nûkirina makenîzmaya derbaskirina wan wê encamên xirab li ser rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyê çêbike.”

Ji xeynî zêdetirî 2 milyon û 500 hezar nişteciyên parêzgeha Idlibê ku ji ber şerê navxwe û encamên erdheja 6ê Sibata borî  pêwîstiya wan zêde bi alîkariyan heye, niha zêdeyî 1 milyon û 500 hezar koçberên Sûrî li nav zêdetirî 1200 kampên bêserûber li bakurê vê parêzgehê ji 2014an ve li ser alîkariyên mehane yên Neteweyên Yekbûyî ve dijîn.