Qedrî Cemîl: Em nikarin bêyî kurdan destûrek nû binivîsin

Cinêv (Rûdaw) - Serokê Platforma Moskow a Dijbereya Sûriyê, Qedirî Cemîl ragihand, ku di vê gera danûstandinan li Cinêvê de, ew nikarin şandeke hevbeş a opozisyonê pêk bînin, lê di meha bihê de ew dê yek şandê ji bo danûstandinên Cinêvê amade bikin.

 

Qedirî Cemîl  ku dibêje "eslê min Kurd e" li Cinêvê derbarê hevdîtinên vê gerê yên Cinêvê daxuyanî da Rûdawê.

 

Qedirî Cemîl behsa Kurdan kir û got, bê Kurdan ew nikarin ti destûreke nû ji Sûriyê re binvîsin û da zanîn, ku rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de xurt e û ew weke hemû xelkê Sûriyê xwediyê xaka xwe ne û divê neyên îhmalkirin.

 

Serokê Platforma Moskowê wiha axivî:

 

“Yekem care platfurm nêzîkî hev dibin, ew jî bi riya gotûbljkirina doseyên cur bi cur û girîngtirîn nêzîkbûn li Lozanê di derbarê destûrê de bû û me karîbû bigihêjin kaxezên hevbeş û ev tişt girîng e, hin pirsên din mane ku emê li ser gotûbêj bikin û li ser lihev bikin.

 

Lihevkirin, wate em bigihêjin nêrîneke hevbeş bi riya destberdabûnê (tenazûlê), heger mijara avakirina yek şand bi dawî were ku nûnerartiya beşekî berfireh ji opozisyonê bike dê bibe defakto.

 

Di vê gerê de emê ne li  benda avakirina yek şandê bin, lê di meha bê de ez bawerim emê amad bin ji bo avakirina yek şand.

 

De Mistura jî weke we têbînî kir di daxuyaniya xwe de ku divê nûneratiyeke berfireh be ji opozisyon û gelê Sûriyê û bo yekem car bi awayekî eşkere tekezî li ser mijara nûneratiya Kurdan kir, ji bo ku di nivîsandina destûra bê ya Sûriyê de beşdar bin, ku nabe werin piştguhixistin, bi taybet ew bi roleke mezin di şerê li dijî DAIŞê de dilîzin, lewma ew xwedî doz û axê ne weke hemû xelkê Sûriyê û em qebûl nakin bêyî wan destûra Sûriyê were gotûbêjkirin û ji destpêkê me ev yek gotiye.”