Li Şamê ji ber nebûna minîbusan çûn û hatin zehmet bûye

13-06-2022
Loloxan
Nîşan Sûriye Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şam a paytexta Sûriyê, di rojên dawî de ji ber nebûna minîbusan çûn û hatina xelkê zehmet bûye û di warê guhestin û çûn û hatinê de rewş ber bi krîzekê ve diçe.

Li gor çavkaniyên xwecihî, ew çend roj in Şam a paytexta Sûriyê di krîzeke çûn û hatinê re derbas dibe, sedema vê yekê jî nebûna mazotê ye, lewra minîbus nikarin kar bikin.

Krîz piştî wê yekê derket ku hikûmeta Sûriyê biryar da, di heftiyê de 5 rojan mazotê li ser minîbus û otubusan qut bike û tenê di rojên Şembî û Yekşembiyan de mazotê bide wan.

Bi gotina aborînasê Sûrî Yûnis el-Kerîm ku ji medyayeke Sûrî re axiviye, kêmbûna hawirdeya mazotê bo navçeyên hikûmetê ji ber nebûna diravên biyanî di Banka Navendî ya Sûriyê de û giranbûna nirxê petrolê li ser asta cîhanê wiha kiriye ku mazota hawirdekirî kêm be û ya qeçax jî derbas nebe.

Yûnis el-Kerîm diyar kiriye, rawestandina hêla petrola Îranê bo Sûriyê sedemeke din a krîza çûn û hatina otombîlan û bi taybetî minîbusan ji ber nebûna mazotê ye.

Di sala 2013an de, hikûmeta Sûriyê ji ber şerê navxwe piraniya sektora petrolê ji dest da, bi taybetî dema DAIŞê dest danî ser piraniya kêlgehên petrolê li rojhilatê wî welatî. Piştre jî piraniya navçeyên Sûriyê yên ku petrolê lê heye, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin kontrolkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst