Seyda: Barzanî û Kurdistan rastî êrişa alîgirên Esed tên

13-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Encumena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) Ebdilbasit Seyda, diyar kir ku Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî ji ber piştevaniya wî ya gelê Sûriyê rastî êrişên alîgirên rêjîma Beşar Esed tê.

Siyasetmedarê kurd û serokê berê yê ENSê Ebdilbasit Seyda, di rûpela xwe ya Facebookê de gotarek belav kir û ragihand, Rojhilata Navîn di nav guhertinên diramatîk de ye û Herêma Kurdistanê jî di navenda van bûyeran de ye.

Ebdilbasit Seyda, anî ziman, Barzanî û Herêma Kurdistanê ji ber helwesta xwe ya derbarê şoreşa Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê rastî hêrs û êrişên alîgirên rêjîma Beşar Esed tên.

Wî siyasetmedarê kurd alîgirên rêjîma Beşar Esed ên ku êrişî Barzanî dikin wiha bi nav kir: Ew kes û aliyên ku êrişî Barzanî dikin çarenivîsa xwe bi rêjîma serkutker a Sûriyê ve girêdane, rêjîm jî pişta xwe bi Hizbullaha Libnanê, koma Ebûlfezil El Ebas, DAIŞ û PYDê ve girêdide û ev jî wek roja ron eşkere ye.

Tê zanîn ku Ebdilbasit Seyda siyasetmedarekî kurde ji Rojavayê Kurdistanê ye û sala 2012an wek serokê ENSê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst