Termê welatiyê Sûrî ku li ser sînor hatibû kuştin vegerandin Idlibê

13-03-2023
Hisên Omer
Termê welatiyê Sûrî ku li ser sînor hatibû kuştin vegerandin Idlibê
Termê welatiyê Sûrî ku li ser sînor hatibû kuştin vegerandin Idlibê
Nîşan Idlib Kuştin Ehmed Qeste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê koçberekî Sûrî ku xwestibû bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe û ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatibû kuştin di deriyê Bab el-Hewa re vegerandin Idlibê.

Dayika ciwanê Sûrî Ehmed Qeste, ku li Tirkiyê hatiye kuştin hawar dike û daxwaza termê kurê xwe dike.

Dayika Ehmed Qestel dibêje "Çima te birin û çima te neanîn?! Çima wiha lê kirin?! Çima ew li Mexferê nehiştin? Çima ew avêtin? Çima tiştekî li ser nabêjin? Gelo tawanbar e.?! Çima nabêjin tawanbar e? Zarokên me li pey rizqê xwe çû bûn, çûn kar bikin. Çima tiştekî nabêjin? Çima li wiha me dikin.? Çûbûn nanê xwe dabîn bikin, çûbûn pariyê jiyanê peyda bikin. Çima ew kuştin, gelo tawanbar bû?! Çima wiha kirin? Van gotinên min bighînin Erdogan û bigihînin Beşar, em milletekî mezlûm in, çima tiştekî ji me re nabêjin.?!"

Termê Ehmed Qestel di deriyê Bab el-Hewa re derbasî parêzgeha Idlibê hat kirin. Çalakvan û nivîskar Macid Ebdulnûr ji bajarê Idlibê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hurgiliyên bûyerê vegotin.

Çalakvan Macid Ebdulnûr ragihand "Heşt kes gihiştin deriyê Bab el-Hewa yê Sînorî, cendermeyên Tirkiyê û ew di deriyê Bab el-Hewa re radest kirin. Ev kes rastî îşkenceya tund û meteodîk hatibûn li ser destê cendirmeyên tirk. Yek ji wan kesan mirî hat radestkirin, piştî ku rastî îşkenceyeke tund hatibû, yên mayî jî hestiyên wan hatine şikandin û bi tundî li wan dabûn û şûna lêdan û îşkenceyê li ser laşê wan diyar û zelal e û heta niha jî tên dermankirin."

Ebdulnûr got jî her meh hejmarek sûrî li ser destê cindermeyên Tirkiyê tên kuştin.

Macid Ebdulnûr anî ziman "Ev sûrî xelkê bajarê Idlibê ne û hewl dabûn bi şêweyekî nerewa sînorê Tirkiyê derbas bikin, vêca cendiemeyên Tirkiyê ew girtin û bi tundî îşkence dan. Mixabin binpêkirinên cendirmeyên Tirkiyê li ser sînor berdewam in û ji mêj ve. Amareke hûr derbarê kuştiyên ku cindermeyên Tirkiyê ew kuştine li ber destê min tuneye, lê hejmara kuştiyan pir mezin e. Her meh hejmarek sûrî li ser sînor tên kuştin. Nîşanşikên guleyan li ser an jî sînga wan dixin û bêguman armanc kuştina wan e."

Derbarê vê bûyerê de, Rêveberiya deriyê Bab el-Hewa daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz li hikûmeta Tirkiyê kir ku lêkolîneke bilez derbarê vê bûyerê de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst