‘Îdlib bûye Xezzayeke nû li bakurê Sûriyê’
Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Îdlibê li derdora bajarokê Mearret Misrîn, piştî derbasbûna 10 salan di ser kirîz û şerê navxweyê Sûriyê re dibêjin, ew ne poşmanin ku di sala 2011 de dijî Beşar Esed serokê Sûriyê rabûn. Herwiha çavdêrên siyasî jî dibêjin Idlib bûye Xezzayeke nû li bakurê Sûriyê.
Li parêzgeha Idlibê nêzîka 3 milyon kes dijîn, hikûmeta Inqaz a ser bi Desteya Tehrîr Şam ve navçeyê birêve dibe, li gor raporta Neteweyên Yekbûyî ya meha borî,10 hezar çekdarên vê rêxistina radîkal hemû karûbarên aborî,bazirganî û alîkariyên mirovî tevdigerînin,
Koçberên Idlibê li derdora bajarokê Mearret Misrîn, piştî derbasbûna 10 salan di ser kirîz û şerê navxweyê Sûriyê re dibêjin, ew ne poşmanin ku di sala 2011 de dijî Beşar Esed serokê Sûriyê rabûn, lê ew dilgiranin ku civaka navdewletî piştîvaniya gelê Sûriyê nekir, ku ev yek bû sedema kuştin, derbiderbûna xelkê û wêraniya vî welatî.
Akinciyê Binnişî Ebû Hisên dibêje: “ Îro em di sala 2021ê de ne, 10 sal di ser şoreşa Sûriyê ya pîroz re derbas bûn. Bi rastî di destpêka şoreşê de me digot wek şoreşên cîhana Erebî dê bi aştiyane berdewam bike, lê piştî 10 salan me naskir ku ev tawanbar kurê wî tawanbarê ku di 1982an de Hema wêran kir, di 1982an de medya nebû , niha hemû cîhan dibîne û dibihîze lê tiştekî derbarê tawanên Esed nake. Esed di 10 salan de em kuştin, derbider kirin û wêran kirin, wiha kir ku em di kampan de bijîn û mal û milkên xwe bicîh bihêlin.”
Li parêzgeha Idlibê nêzîka 3 milyon kes dijîn, hikûmeta Inqaz a ser bi Desteya Tehrîr Şam ve navçeyê birêve dibe, li gor raporta Neteweyên Yekbûyî ya meha borî,10 hezar çekdarên vê rêxistina radîkal hemû karûbarên aborî,bazirganî û alîkariyên mirovî tevdigerînin, herwiha 7 hezar çekdarên Hirras Eldîn û Partiya Tirkistanî jî ki ser bi Qaîdê ve ne lê dimînin, wata li gor çavdêrên peywendîdr Îdlib bûye herêmeke defakto wek Xezzaya Filestînê. Koçberan jî xwe ligel vê rewşê rêk xistine û dibêjin ew berdewam in û ne poşmanin.
Koçberê Tihê Cume Îd jî got: “Em şoreşgêrên 2011ê ne, em ji ber sitema Beşar Esed ji bajarok û gundên xwe reviyan. Em ne poşman in li ser şoreşa xwe ya pîroz. 10 sal derbas bûn û nêzîkî 11ê dibin. Em qet ne poşman in, em amade ne careke din jî xwepêşndanan bikin, rast e em di kampan de dijîn lê en xwedî şeref in, em qet ne poşmanin li ser şoreşa xwe ya pîroz û şerefmend.”
Li gor agirbesta Putin-Erdogan a taybet bi Idlibê bihara 2020ê, Tirkiyê heta niha 15 hezar serbaz li parêzgeha Idlibê bicîh kirine. Grûpên krîzîn navdewletî dibêje, tirsa Tirkiyê ji wê yekê ye, ku ji ber şerekî çavrênekirî li Idlibê pêleke nû ya koçberan ber bi sînorê wê ve destpê bike, lewra Tirkiyê dixwaze peywendiyên xwe ligel Moskowê biparêze, lê li beramber jî hikûmeta Sûriyê bi piştevniya Rûsyayê dixwaze rêya M4 a staratejîk bi tevahî kontrol bike. Di vê derbarê de dîplomatkarekî Ewropî dibêje, eger tenazulek ji aliyê Tirkiyê bo Rûsyayê li Idlibê çêbibe, dê li ser hîsabê Kurdên Sûriyê be li navçeyên bakurê rojhiltê Sûriyê.