BAXOZ - Embarên çek û teqemeniyên DAIŞê tên jinavbirin

13-03-2019
RÛDAW
Nîşan Baxoz Sûriye DAIŞ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina êrîşa ser Baxozê ji pêr şev ve, kampa DAIŞiyan li vî bajarokî di bin topbarana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bombebaranên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de ye.

 

Li Baxozê piştî mohleta ku HSDê ji bo xweradestkirinê dabû çekdarên DAIŞê, bi dawî bû, şerê şervanan bi piştevaniya firoke û topxaneyên Hevpeymaniyê bi dijwarî destpê kir,

 

Berdevkê Operasyonên HSDê li Baxozê, Ednan Efrîn ragihand ku 2 hezar çekdarên DAIŞê li gel malbatên xwe, xwe radestî hêzên wan kirine.

 

Bombebaran û topbaranan kampa DAIŞê bi dijwarî berdewam dike û di encama wan bombebaran û topbaranan de agir bi cebilxane û tunelên çekdarên DAIŞê ket.

 

Herwiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê, Mistefa Balî jî ragihand, 38 çekdarên DAIŞê di êrîşên vê dawiyê de hatine kuştin.

 

Mistefa Balî got: “Tevgera leşkerî bi rêya firokeyan cebilxane kirin armanc, herwiha bi rêya topxaneyê xendek hatin bombebarankirin, piştre şer dijî terorîstan bi şev li derdora kampê destpê kir, pêşketinên berbiçav li derdora wî çê bûn.”

 

Bi destpêkirina şer çekdarên DAIŞê meydana şer li nav Baxozê bi cih hiştin û xwe veşartin, li gor fermandarên HSDê ev yek tê wê wateyê ku ew nikarin şerê rû bi rû li gel şervanên HSDê bikin, tenê kiryarên xwekujî dijî şervanan pêk tînin û şer jî niha sivik bûye.

 

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir: “Terorîstan xwe di nav tûnêlan de veşartine, hêzên me ji şeva borî ve heta sibehê dixwazin şer bi dawî bînin, niha rewş hinekî aram  bûye, lê wê şer careka din destpê bike.”

 

Li gor fermandarên HSDê tê texmînkirin ku nêzîka 4 hezar sivîl û 500 çekdarên DAIŞê hê jî li nav Baxozê mabin, herwiha li gor Pentagonê dibe şerê Baxozê du hefteyên din jî berdewam bike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst