Dijbere beşdarî civînên Astanayê nabin

Navenda Nûçeyan – Dijbereyên Sûriyê aşkera kirin ku beşdarî civînên Astanayê nabin.


Biryar e sibe 14ê Adara 2017an li paytexta Qazakistanê bajarê Astanayê, tûra duyemîn a civînên aşîtiya Sûriyê were pêkanîn. Dijbereyên Sûriyê diyar kirin ku ew tevli wan civînan nabin.

 

Berdevkê dijbereyan herwiha destnîşan kir, ku dixwazin ji ber binpêkirinên agirbestê, Rûsya bertekê nîşan bide.


Civînên Astanayê bi mêvandariya Kazaxistanê û bi çavdêriya her yek ji welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê bo çareserkirina krîza Sûriyê birêve diçin.

 

Di yekemîn civîna Astanayê de, rêkevtin li ser ragihandina agirbestê li Sûriyê hat kirin û ew agirbest bi garantoriya her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê ketiye warê cîbicîkirinê ku heta niha jî didome.

 

Gera nû ya civînên Astanayê, piştî birêveçûna danûstandinên Cinêv-4 tê sazkirin.