Xwendekar ji ber qutbûna elektrîkê naçin malê, li kafeyan dersan dixwînin

13-02-2024
RÛDAW
Li Şamê 20 demjimêran elektirîk nîne  / Wêne: Ji ber dîmenan
Li Şamê 20 demjimêran elektirîk nîne / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sûriye Şam Xwendekar Eletrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Şama paytexta Sûriyeyê ji ber qutbûna berdewam a elektrîkê xwendekar diçin kafeyan dersên xwe dixwînin.

Şerê Sûriyeyê ku ji 2011an ve berdewam dike, zerereke mezin gihandiye sektora xizmetguzariyê û bi taybetî elektrîka niştimanî.

Niha li Sûriyeyê her rojekê tenê 4 demjimêran elektrîka niştimanî tê, vê yekê bandoreke xirab li jiyana xelkê kiriye, bi taybetî li xwendekaran.

Ji ber vê yekê xwendekarên zanîngehê neçar dibin berê xwe bidin qehwexane û kafeteryan da ku karibin dersên xwe bixwînin. 

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de nêzîkî 20 demjimêrî elektrîka niştimanî qut dibe.

Li cihên giştî jî wek restorant û kafeyan jenerator tên bikaranîn.

"Ji bo min baştir e li vir razim"

Xwediyê cafeyê Ihsan el Ezme diyar kir ku ew ji ber qutbûna karebayê naçe mala xwe û got:

"Ez jî wekî hemû xelkê din ji ber qutbûna elektrîkê û zehmetbûna çûn û hatinê dinalim.

Lewra ji bo min baştir e li vir razim. Herwiha kêmbûna benzînê jî heye, ez otomobîla xwe bi kar neyînim baştir e.

Ez dê demjimêr 9ê sibehê kafeya xwe vekim."

"Nikarim tableta xwe şarz bikim"

Xwendekarê Koleja Bijîşkiyê Şadî Îlyas jî da zanîn ku ji ber qutbûna karebayê piraniya roja xwe ji bo xwendinê li qehwexaneyan derbas dike û got:

"Xwendina li malê ji bo min çêtir e lê ji ber qutbûna elektrîkê ez nikarim tableta xwe şarz bikim.

Herwiha şarja betariyê jî heta demeke dirêj xwe nagire lewra ez ji bo ronahiyê û şarjê neçar im li gel hevalên xwe biçim qehwexaneyê."

Şerê navxwe yê Sûriyeyê ku nêzîkî 13 salan e berdewam dike, bûye sedema wêranbûna jêrxana xizmetguzariyê, santralên enerjiyê û sektora elektrîkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst