Li Swêda krîza paseportan heye

13-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Swêda yê Sûriyê hejmara kesên ku serdana ofîsa koçê û paseportan dikin zêde bûye, ev di demekê de ye ku li wê parêzgehê xwepêşandanên dijî hikûmetê destpê kirine.

Li gor vîdeoyekê ku ji aliyê malpera Swêda24 ve hatiye belavkirin, bi sedan kes li ber ofîsa koçê û paseportan kom bûne û nerazîbûna xwe pêşan didin li beramber krîza bidestnexistina pasportan ku bûye pirsgirêkeke mezin a xelkê Sûriyê bi giştî. Ev di demekê de ye ku hejmara kesên dixwazin paseportên xwe derxînin û ji wî welatî derkevin zêde bûye.

Li gor biryara hikûmeta Sûriyê nirxê paseporta bilez li nav Sûriyê 31 hezar lîreyên Sûrî ye û di 24 demjimêran de derdikeve, herwiha ya normal jî 13 hezar lîre ye û di dema 7 rojan de derdikeve, lê ji ber hejmara zêde ya kesên  dixwazin paseportên xwe derxînin, nirxê pasporta bilez li nav Sûriyê digihe yek milyon lîreyên Sûrî.

Li derveyî Sûriyê jî nirxê bidestxistina paseporta bilez a Sûrî li balyozxaneyên Sûriyê 800 dolar e û bo ya normal jî 300 dolar e. Niha li parêzgeha Swêda ya Sûriyê xwepêşandanên dijî bihabûna nirxan destpê kirine û roj bi roj hejmara xwepêşanderan zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst