Îtîlafa Opozisyona Sûriyê: Rejîma Esed alîkariyên navdewletî ji bo hêzên xwe bikar tîne

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed bi bikaranîna alîkariyên navdewletî ji bo hêzên xwe û milîsên ku piştgiriya wî dikin tometbar kir, û tekezî li ser pêwîstiya tundkirina îzolekirina navdewletî li ser rêjîma Esed û zêdekirina hewldanên rêxistinên mirovahî di vê zivistanê de kir, ji bo rizgarkirina bi milyonan koçberên Sûrî ku di rewşeke xirab de ne.

Desteya Giştî ya Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê di her du rojên 11 û 12 Çileya 2023 de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civîna xwe ya 65an lidar xist, tê de Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet, raporên karê Îtilafê di du mehên bihorî de pêşkêş kir.

Derbarê wê civînê de, Desteya Giştî ya Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê duh Pêncşemê 12ê Çileya 2023 daxuyaniyek belav kir.

Îtîlafa Sûrî rijd e li ser pêkanîna armancên gelê Sûriyê û pabendbûna bi perensîpên şoreşê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, berpirsên Îtîlafê li gel berpirsên Tirkiyê civiyane di nav de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ku hemûyan tekezî li ser piştevaniya opozisyona Sûriyê kirine, daku gelê Sûriyê bi rêya cîbicîkirina biryarên navdewlwetî, di nav de jî biryara 2254, bigihe armancên xwe.

Li gor daxuyaniyê, Serokê Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê derbarê civîna ligel berpirsên Tirkiyê de got, “Tirkiye hevalbendek e û berpirsên ku bi wan re hevdîtin pêk anîn, aramiya helwesta Tirkiyê ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyê û hêzên dijbereya Sûriyê piştrast kirin, da ku bi cîbicîkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî bigihêje daxwazên gelê Sûriyê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Salim El-Muslat bal kişand ser civînên siyasî yên ku di du mehên borî de ji aliyê serokatiyê ve hatin lidarxistin û diyar kir, Îtîlafê tekezî li ser pabendbûna xwe bi biryarên navdewletî û prensîpên gelê Sûriyê kir, û eşkere kir ku “rêjîma Esed her tiştî dike ji bo astengkirina her beşdariyeke di pêvajoya siyasî de pêşketinan bi dest bixin.”

Herwiha hatiye gotin ku di civînan de tekezî li ser “pêwîstiya tundkirina tecrîda navdewletî” li ser hikûmeta Sûriyê hat kirin.

Îtîlafa Opozisyona Sûriyê herwiha dibêje, ew piştevaniya xwepêşandanan li navçeyên rizgarkirî dikin bo berdewambûna şoreşê li dijî desthilata Esed.

Li aliyekî din, Îtîlafa Opozisyona Sûriyê rejîma Sûriyê û desthilata PYDê wek “terorîst” bi nav kirine, ku bi gotina wê bûne sedema têkçûna rewşa aborî li welat kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Rejîma Esed û milîsên PYDê berdewam in li ser binpêkirina sivîlan bi rêya bombebarankirin û operasyonên terorîstî” û tekez li ser wêya hatiye kirin ku pêwîst e ji ber wan kiryaran hesab ji wan were xwestin û bersiva wan were dayîn.

Îtîlafa Opozisyona Sûriyê destnîşan kiriye, “rêjîma Esed ji ber gendelî û paşguhkirina rewşa jiyanê, hişt ku xelkê me li navçeyên di bin destê xwe de nikaribin pêdiviyên herî sereke yên jiyanê dabîn bikin, û radestkirina welat û biryarên wê bo dagîrkerên wek Îran û çeteyên wê, Sûriye di rêza welatên cîhanê de di hemû nîşaneyên jiyana bi rûmet, azadî û ewlehiyê de xistiye pileya dawî.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaza derxistina dosyeya gihandin û derbaskirina alîkariyên mirovî ji dest Rûsyayê hatiye kirin û daxwaz hatiye kirin mekanîzmayeke din bo gihandina alîkariyan were avakirin, ji ber ku Îtîlafa Opozisyona Sûriyê dibêje, “di wêne û belgeyan de hatiye îsbatkirin ku rêjîma Esed alîkariyên navdewletî ji bo xwe û hêz û milîsên ku piştgiriya wê dikin, bikar tîne.”

Di dawiya daxuniya Itîlafê de hatiye, divê koçberên Sûrî li welatên cîran bên parastin û bi taybetî li Lubnan û Tirkiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst