Tirkiyeyê li balyozxaneya xwe ya Şamê dîplomatek erkdar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê balyozek wekî birêvebirê demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê erkdar kir.
Tirkiyeyê piştî 12 salan balyozê xwe yê Nouakchottê yê paytexta Morîtanyayê Burhan Koroglu li balyozxaneya xwe ya li Şamê wekî birêvebirê demkî erkdar kir.
Li gorî çavkaniyên Wezarata Karên Derve ya Tirkiyeyê, balyozê wan ê Nouakchotta paytexta Morîtanyayê Burhan Koroglu ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve wekî birêvebirê demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê hatiye erkdarkirin.
Piştî serhildana krîza Sûriyeyê ya sala 2011ê Balyozxaneya Enqereyê ya li Şamê ku demekê li ser karên xwe berdewam bû 26ê Adara 2012an çalakiyên xwe rawestandibû.
Piştre Tirkiyeyê karmendên xwe yên balzyozxaneyê û malbatên wan ji Sûriyeyê vekişandibûn.
Konsulxaneya Stenbolê ya Sûriyeyê berdewamî bi çalakiyên xwe dabûn.