REQA - Di pîrozbahiya bilindkirina alaya nû ya Sûriyeyê de alozî derketin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî ji Reqayê ji Rûdawê ragihand piştî ku Rêveberiya Xweser alaya nû ya Sûriyeyê li Reqayê bilind kir hinek aliyan hewl da aloziyan derbixin.

Hatibû diyarkirin ku hêzên ewlehiyê gule li xelkê reşandine lê Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî diyar kir ku sivîlekî gule reşandine.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Xê li ser aloziyan daxuyaniyek belav kir.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî got:

“Hin dezgehên ragihandinê derbarê pîrozbahiyên bilindkirina alaya serxwebûnê ya li Reqayê îro îdia kiribû ku hêzên ewlehiyê yên navxwe di dema pîrozbahiyê de gule li xelkê reşandine.

Ev vîdeoyek e ku tê de hin welatiyan çek hilgirtine û dema xelkê şahî dikir dest bi reşandina guleyan dikin û hinek sivîl birîndar bûne.”

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser ragihand ku alayaya nû ya Suriyeyê dê li herêmên xweser were bilindkirin.

Di çarçoveya biryarê de ew ala li Reqayê jî hat bilindkirin û beşek ji xelkê Reqayê pêşwazî li vê biryarê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Bilindkirina alayê ya li Reqayê di nava hinek aliyan de bû sedema nerazîbûnan û wan hewl da di dema ku xelkê Reqayê kêfxweşiya xwe tîne ziman de aloziyan derbixin.

Wî çavkanyî da zanîn:

“Îro piştî ku hat ragihandin alaya nû ya Sûriyeyê bê bilindkirin, hinek kes ketin nav milet û gule reşandin.

Hinek wêne rakirin û tevlîhevî di nava milet de çêkirin.

Milet derketibû şahiyê ji bo vê alayê ku Ereb bûn lê hinek kes ketin nav milet û tevlihevî çêkirin.”

Heman çavkaniyî diyar kir ku çend roj in li Reqayê hinek alî hewl didin li dijî HSDyê meş û çalakiyan li dar bixin û got:

“Lê nikarin bikin û îro di vê şahiyê bi vî rengî hat kirin.”

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya derbarê bilindkirina alaya Sûriyeyê de gotibû:

“Ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne, Meclisa Gelan a Demokratîk biryar dide ku li tevahiya meclis, sazî û birêvebiriyên Rêveberiya Xweser ên li hemû kantonên herêmê alaya Sûriyeyê bilind bike.”