Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin li Şamê ne?
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şama paytexta Sûriyeyê ye.
Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di serdana xwe ya Şamê de li Mizgefta Emewiyê nimêj kir.
Li gorî nûçeya CNN Turkê Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin îro piştî nîvro çûye Şamê.
Li aliyê din, ajansa nûçeyan a Reutersê jî serdana Îbrahîm Kalin a Şamê ye ragihand.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin da hat dîtin ku Kalin diçe Mizgefta Emewiyê ya Şamê û nimêj dike.
Tê dîtin parazvanên ku ji çar aliyan ve Kalin dorpêç kiriye, di destên wan de çekên otomatîk ên pêşketî hene.
Her wiha tê dîtin ku parazvanên ku hinek ji wan kum li serê wan e, hewl didin mesafeya di navbera Serokê MÎTê û girseya ku li derdora Kalin kom bûye biparêze.
Tê payîn ku Kalin bi Serokwezîrê nû yê Sûriyeyê Mihemed El Beşîr û çend berpirsên din re hevdîtinan pêk bîne.
Komên çekdar di çarçoveya operasyona ku 27ê Çiriya Paşîn de dabûn destpêkirin, 8ê Kanûna Pêşîn rejîma Beşar Esed rûxand.
Beşar Esedê serokê rûxiyayî reviya Rûsyayê û li wî welatî birêvebiriyeke nû hat avakirin.
Tê çaverêkirin ku Tirkiye li herêmê bibe welatê ku pêwendiyên herî nêzîk bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re dayîne.
Beriya dîmen bên belavkirin televîzyona Qeterê Al Jazeera Erebiyê îda kiribû ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî li Şamê ye lê ev yek nehat piştrastkirin.
🔴 #BILEZ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 12, 2024
Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şama paytexta Sûriyeyê ye pic.twitter.com/ceKnqNESba