Rûsya: DAIŞê ji rewşa me sûd wergirt

12-12-2016
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Reqa Palmîra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, ku çekdarên DAIŞê ji rawestandina bomebarankirina firokeyên wan li ser Reqayê sûd wergirtine û bi vî awayî li Tedmûrê kom bûne.

 

Wezareta Berevanî ya Rûsya di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî ku hevpeymaniya wan û ya navneteweyî êrîşên xwe yên li ser DAIŞê li Reqayê sist kirin, çedkarên DAIŞê berê xwe dan Tedmûrê.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin, ku firokeyên Rûsyayê ji bo parastina xelkê sivîl ti êrîşeke asmanî li Tedmûrî pêk neanîn û DAIŞê jî ji vê yekê sûd wergirt.

 

Tedmûr careke din kete destê DAIŞê

 

Hikumeta Sûriyê jî ragihand, ku bajarê Tedmûrê ji bo cara duyemîn ketiye destê DAIŞê. Hate gotin, ku ji doh ve şerekî tûnd li Tedmûrê heye û çekdarên DAIŞê helîkoptereke hikumeta Sûriyê jî xistine xwarê û gelek çekarên artêşê kuştine.

 

DAIŞ ji aliyê rojavayê Sûxneyê ve êrîş bire ser hêzên hikumeta Sûriyê û dest danî ser embarên çek û teqemeniyan.

 

Tedmur, bi navê din Palmîra, bajarekî dîrokî ye, girêdayî parêzgeha Himsê ye û 215 km dûrî Şamê ye. Ew piştî zayînê di sedsala 2yê de hatiye avakirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst